Banghêjkirina mamosteyên olî yên Kurd bo dadgeha Rûhaniyet a bajarê Hemedanê berdewam e

.

Rejîma Îranê di berdewamiya banghêjkirina mamosteyên olî yên “Sunniyan” bo dadgeha Rûhaniyet, du mamosteyên olî yên bajarê Dêwulanê bo vê binav dadgehê hatine gazîkirin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, pêşnimêjê gundê “Qadirmerz”ê yê bi navê mamoste “Mihemed Seyfpenahî” û pêşnimêjê mizgevta gundê “Serav”ê yê ser bi devera “Dêwulan”ê yê bi navê “Şaho Fethî”, ji aliyê binav dadgeha “Rûhaniyet” a rejîm Îranê li Hemedanê hatine banghêjkirin.

Divê ew du mamostayane di heyama çend rojên bê de xwe bi binav dadgeha Rêhaniyet a Hemedanê bidin nasandin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq tohmeta hatî sepandin bi ser wan du mamosteyan de, ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle