Banga PWK a rêzgirtinê: 5 deqîqe bêdengî di salvegera jenosîda Helebçeyê de

Banga rawestana 5 deqîqeyî ya li hemû cihên Kurdistanê û Ewropayê di salvegera jenosîda Helebçeyê de

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bang li welatiyên kurd dike ku roja 16ê Adara 2025an, di saetên cuda de li Kurdistanê û Ewropayê, 5 deqîqeyan bêdeng bimînin û jenosîda Helebçeyê bi bîr bînin. Ev bang di çarçoveya 37emîn salvegera komkujiya ku di 16ê Adara 1988an de li bajarê Helebçeyê pêk hatî de tê kirin.

Li gorî bangê, dê li deverên cuda demên rêzgirtinê wiha bin:

  • Li Ewropayê: Saet 08:55 - 09:00
  • Li Amed û Hewlêrê: Saet 10:55 - 11:00

Di daxuyaniyê de tê gotin: "Kurdistaniyên hêja! Roja 16ê Adar a 2025ê, bi saeta Amed û Hewlêrê di saet 10.55ê de, bi saeta Ewropayê di saet 08.55ê de, em li her cîhekî ku lê ne, 5 deqîqeyan bêdeng rawestin û şehîdên Jenosîda Helebçeyê û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîrbînin!"

Tê zanîn ku di êrişa 16ê Adara 1988an de, rejîma Sedam Huseyn çekên kîmyewî li dijî bajarê Helebçeyê bi kar anîbû û di encamê de zêdetirî 5 hezar welatiyên sivîl hatibûn qetilkirin.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc