Banga grevê ya giştî ya Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê

.

Gelê têkoşer ê Îranê!

Jin, xwendekar, mamoste, karker, azadîxwazên Îran û Kurdistanê!

Sê meh bi ser kuştina hovane ya Zîna (Mehsa) Emînî û destpêka şoreşa nû û serhildana girseyî ya xelkê li dijî dîktatoriya Komara Îslamî re derbas dibe.

Li seranserê Îranê ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve bi sedan şehîd, bi hezaran birîndar û bi hezaran jî hatin girtin.

Hevdem di rojên derbasbûyî de, rejîmê ji bo tirs û xof û nîgeraniyê di nava xwepêşanderan de derbixe û serhildanê tepeser bike, hukmê îdamê li ser herî kêm 22 girtiyên vê dawiyê sepandiye û mixabin hejmarek ji van şoreşgeran hatine bidarvekirin.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bi berçavgirtina zextên aborî yên li ser gel, bazirgan û bazarên wan, bang li hemû gelê têkoşer ên Îran û Kurdistanê dike ku li dijî siyaseta tepeserker a rejîmê derkevin û dawî li bidarvekirina azadîxwazan bînin ku di rojên 21 û 22’ê Çirîya Pêşî de. divê di greveke giştî û yekgirtî de beşdar bibin û carek din dengê xwe ji bo rûxandina Komara Îslamî ya Îranê bigihînin gelê cîhanê.

Em bang li hemû çalakvanên siyasî û sivîl, partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistan û Îranê û azadîxwazên derveyî welat dikin ku bi piştevanîkirina ji vê grevê ya giştî yekrêziya hemû pêkhateyên gel heta rûxandina rejîmê bihêztir bikin.

Bijî şoreşa jinê, jiyan, azadî,
Divê Komara Îslamî ya Îranê hilweşe,

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê
19 Çirîya Pêşî 2022

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle