Bang li Amerîka û Îsraîlê: Piştgiriya Kurd û Durziyan bikin

.

Ayelet Shaked, wezîra berê ya Dad û Karên Navxwe ya Îsraîlê û endama kabîneya ewlehiyê, daxwaz ji rêvebiriyên Amerîka û Îsraîlê kir, piştî rûxandina rêjîma Esed li Sûriyê, piştgiriya Kurdan û Durziyan bikin.

Siyasetmedara Îsraîlî Ayelet Shaked di peyama xwe ya ku li ser medyaya civakî parve kir de wiha got: "Divê Îsraîl û DYA piştgiriyê bidin Kurdan û nehêlin Erdogan vê rewşê ji bo zirarê bide Kurdan bi kar bîne."

Şaked got: “Erdogan gelek caran ev yek bi wekîlên xwe yên cîhadîst ceriband û wiha dewam kir:

“Ev derfetek e ji bo zêdekirina hêza başan (Kurd û Durzî) û lawazkirina hêza xeraban (her kesê din). Divê Îsraîl vegere ser meşandina siyaseteke çalaktir û îtîfaqê ava bike."

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle