Bandora Kurdan a li birêvebiriya Kerkûkê kêm dibe

.

Serokê Koma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd da zanîn ku ji bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an û vir ve Kurdan zêdetirî 28 postên pilebilind ên îdarî û ewlehiyê yên li bajêr ji dest dane.

Hesen Mecîd her wiha got ku partiya wî naxwaze di birêvebiriya bajêr de tenê ‘beşdar’ be lê armanca wan ew e ku bibin ‘hevparên’ rasteqîn.

Hesen Mecîd ji Rûdawê re axivî û bi hejmarên balkêş tasfiyeya îdarî ya li hemberî Kurdan eşkere kirin.

Tasfiyeya bi amaran

Hesen Mecîd diyar kir ku di nav postên sereke yên ku wan ji dest dane de qaymeqamtiyên navçeyên Navend, Dibis û Daqûqê, birêvebiriyên Çandinî û Tenduristiyê, Kompanyaya Avahîsaziyê, birêvebiriya siloyan, Nexweşxaneya Keywanê, rektoriya zanîngehê û herî dawî jî Birevebiriya Polîsê Kerkûkê hene.

Berpirsê PDKyê bi van daneyan bal kişand ser neheqiya di dabeşkirina postan de û got:

"Ji 25 yekîneyên Parêzgeha Kerkûkê ve tenê 7 di destê Kurdan de ne û 14 jî di bin kontrola Ereban de ne.

Ji 44 yekîneyên kompanyaya petrolê ya bajêr tenê 2 dane Kurdan û 28 jî di destê Ereban de ne.

Ji çar qaymeqamtiyên navçeyan li yekê jî rêveberekî Kurd nîne."

"Ne beşdar, em dê bibin hevpar"

Mecîd tekezî li ser helwesta zelal a PDKyê ya derbarê hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê kir û got, "Eger em beşdar bibin, divê em di birêvebiriyê de bibin hevpar."

Mecîd her wiha bi bîr anî ku partiya wî ji ber "hincetên şêweyî û yasayî" beşdarî civîna li ser Kerkûkê ya ku 18ê Sibatê li Bexdayê hatibû lidarxistin, nebûye.

Hişyarî ji bo siyasetmedarên Îraqî

Hesen Mecîd, daxuyaniyên hinek serkirdeyên siyasî yên Îraqî yên derbarê Kerkûkê de jî bi tundî rexne kir.

Mecîd amaje pê kir ku ew serkirde ne haydarî pêkhateya siyasî û cografî ya bajêr in û got,

"Gotinên wan ji rastiyê dûr in û diyar e ku ji bo ew bixwînin ji wan re hatibûn nivîsandin.

Her kesê ku tê Kerkûkê divê bizanibe dê çawa biaxive. Ev der Kerkûk e û dirûşma me her tim jiyana hevbeş û qebûlkirina hevdu bûye."

Bûyerên 16ê Çiriya Paşînê

16ê Çiriya Paşîn 2017an, piştî referanduma serxwebûnê ya ku Herêma Kurdistanê li dar xistibû, hikûmeta navendî ya Îraqê li dijî Kerkûkê operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

Hikûmeta Bexdayê ya ku nerazîbûn nîşanî tevlîkirina Kerkûk û navçeyên din ên nakokî li ser hene di referandumê de dabû, bi artêşa Îraqê û hêzên Heşda Şeibî ket bajêr û zeviyên petrolê, baregehên leşkerî û cihên din ên stratejîk xistin bin kontrola xwe.

Piştî operasyonê, hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê vekişiyan û kontrola îdarî ya bajêr, cara yekem ji sala 2014an û vir ve bi temamî derbasî hikûmeta navendî bû.

Kurdistan Haberleri

SOHR: Çekdarên Emşatê û Îstixbarata Tirkiyeyê bi ser mala Kurdekî de girt
PDK û YNK civiyan
Rapora NY: Di bûyerên perava Sûriyê de 1700 kes hatin kuştin
Pûtîn: Amerîka ‘hewleke jidil’ bo çareserkirina krîza Ukraynayê dide
Daxuyanî bi hilkefta 80emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê