Balyozxaneya Amerîkayê 750 hezar Dolar ji bo nûjenkirina Perestgeha Lalişê dabîn kir

.

 Balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bi qasî 750 hezar Dolar ji bo nûjenkirina Perestgeha Lalişê ya Kurdên Êzîdî dabîn kir.

Li gor zanyariyan, bi dabînkirina 750 hezar Dolar, alîkariya darayî ya Balyozxaneya Amerîkayê ji bo nûjenkirina Perestgeha Lalişê, bi giştî gihîşt 2 milyon û 300 hezar Dolaran.

Balyozê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks li ser vê mijarê da zanîn: “Hikûmeta Amerîkayê pabendî parastina van şûnwaran e, ji bo nûkirin û parastina Perestgeha Lalişê, me 750 hezar Dolar dabîn kiriye ku bi vê yekê piştevaniya darayî ya Amerîkayê ji bo nûkirina vê şûnwarê digihîje 2 milyon û 300 hezar Dolaran.”

Irvin Hicks eşkere kir: “Ev piştevaniya darayî rê li ber wê yekê xweş dike ku nifşê siberojê yê Êzîdiyan bikarin ola xwe peyrew bikin û têbigihin ku fikra tundrew a DAIŞê tu car nikare rê li ber wan bigre, em ligel civaka Êzîdiyan, garantiya mayîna vî cihî ji bo sedsalên siberojê dikin.”

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?