Balyozxaneya Amerîka li Şamê daxwaza lêpirsînê di komkujiya Cindirêsê de dike

.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê komkujiya şeva Newrozê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve şermezar dike û bang li rawestandina êrîşên li dijî sivîlan dike.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê şeva borî tweetek derbarê komkujiya şeva Newrozê ya li Cindirêsê de belav kir û tê de ragihand: “Tundûtûjiya ku roja 20'ê Adarê li Cindirêsê hatiye kirin, aramiya Sûriyê dixe metirsiyê.”

Her wiha Balyozxaneya Amerîka li Şamê bang li hemû aliyan kir ku êrîşên li dijî sivîlan rawestînin û lêpirsînê derbarê vê komkujiyê de bikin.

Şeva 20ê Adara 2023an li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, hejmarek ji çekdarên grûpa Ceyş El-Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li malbateke Kurd a bi navê (Pêşmerg) reşandin û di encamê de 3 bira û kurê birayekî şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

Piştî vê tawana hovane jî, karvedanên tund, nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh li ser asta navxwe û derve derketin, tê de xwepêşanderan ev komkujî şermezar kirin, daxwaza dadgehkirina tawanbaran li dadgeheke navdewletî kirin, her wiha daxwaza derketina çekdaran ji nava gund û bajaran kirin û rêveberiya herêma Efrînê bo xelkê herêmê yê resen bê radestkirin.

Kurdistan24 

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ