Balyozê Tirkiyê bo Wezareta Derve ya Iraqê hat gazîkirin

.

Balyozê Tirkiyê yê Iraqê Elî Riza Guney ji bo Wezareta Derve ya Iraqê hat gazîkirin û wezaretê li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê nota da Tirkiyê, nerazîbûna xwe nîşan da û êrîş şermezar kir.

Wezareta Derve ya Iraqê îro Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan ji ber êrîşa Tirkiyê ya “tawanbariyê” ya li ser seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê gazî Balyozê Tirkiyê Alî Riza Guney kiriye ku di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Iraqê her wiha diyar kir, ji Balyozê Tirkiyê re hatiye gotin ku Iraq êdî li hember van êrîşan bêdeng namîne û daxwaz ji Tirkiyê kir ku “hemû hêzên xwe ji Iraqê vekişîne” û her wiha aniye ziman “mafê me ye ku li dijî vê tawanê hemû tedbîran bigirin.”

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de got, “Wezareta Derve dupat dike mafê Iraqê heye ku hemû tedbîrên ku li gor peymanên navdewletî hatine garantîkirin, werbigire ku serwerî, xak û selametiya hemwelatiyên xwe ji êrîşên şermezar û riswa biparêze û Iraq daxwaza derketina hemû hêzên Tirkiyê ji nav axa Iraqê dike, ew daxwaz ji Tirkiyê jî dike ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî dûrî sînorên Iraqê çareser bike.”

Wezareta Derve ya Iraqê her wiha got, “Wezareta Derve ji bo rûbirûbûna vê guherîna metirsîdar a di rêze êrîşên dewleta Tirk de, seferberkirina hemû hewldan û çavkaniyên hêzê didomîne.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin