Balyozê Rûsyayê û Serokê Herêma Kurdistanê tekezê li ser alîkariya hevpar dikin

.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring û dawî pêşhatan û rewşa deverê bi giştî dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 02.12.2024) ragehand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de bi Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev re danûstandin li ser peywendiyên Rûsyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirin û tekez li ser berdewamkirina alîkariyên hevpar di warên cuda cuda de kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdisatnê, danûstandinên aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rûniştina yekê ya Perlemana Kurdistanê guhertin, ku îro hat kirin.

Herwesa aloziyên Rojhilata Navîn û xasma rewşa niha ya Sûriyeyê û bandora wê ya herêmî jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn, ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûbû.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire