Balyozê Îranê li Îraqê: Amerîkayê daxwaza hilweşandina Heşda Şebî ji me kiriye

.

Balyozê Îranê li Îraqê bersiva daxwaza Trump ji bo hilweşandina komên Heşda Şebî dide.

Balyozê Îranê li Îraqê Mihemed Kazim Sadiq got, “Nameya Trump ji bo Tehranê hilweşandin an jî jikarxistina komên Heşda Şebî digehîne, ku ev jî li cem me qebûl nîne.”

Balyozê Îranê herwesa got, “Biryara hilweşandina komên Heşda Şebî biryareke Îraqî ye, ez wesa dibînim ku mistehîl e. Herwesa em danûstandinên li ser moşekên Balistî jî red dikin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Çi daxwazî ji aliyê Amerîkayê ve ji bo hilweşandina komên Heşda Şebî negehiştine Îraqê.”

Serokwezîrê Îraqê di çavpêkeftineke tilevizyonî de tekez jî kir ku, “Çi aliyek nikare Îraqê neçar bike ku erkê komên Heşda Şebî bidawî bîne.”

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî jî ji aliyê xwe ve eşkere kir ku, Îranê bersiva wê nameya Serokê Amerîkayê Donald Trump daye ku tê de daxwaz ji Tehranê kiriye, tevlî danûstandinên girêdayî bernameya wê ya atomî bibe.

Êraqçî ji ajansa Îrnayê ya Nûçeyan re got, “Bersiva fermî ya Îranê ji bo peyama Trump li roja Çarşemê bi awayekî guncayî bi rêya Selteneta Emanê hatiye şandin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû