Balyozê Giştî yê Brîtanyayê: Serdana Mesrûr Barzanî bernameya me ya kar destnîşan kir

.

 Balyozê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hunt li ser serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Brîtanyayê axivî û got: “Serdana Mesrûr Barzanî bernameya me ya kar destnîşan kir.”

David Hunt diyar kiriye: “Pêwendiyên navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê ji hemû deman kûrtir û bihêztir in. Em her roj bi awayekî berdewam li balyozxaneyê dixebitin, da ku em bizanin di çi warî de dikarin hevkar û hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin, da ku em zêdetir bi hev re bixebitin û pêwendiyên xwe berfirehtir bikin.”

Hunt destnîşan kir: “Serdana vê dema dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Brîtanyayê, ajendayek ji bo me destnîşan kir, da ku em bizanin di nava çend salên bê de çi bikin ku pêwendî û hevkariyên xwe kûr bikin.”

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN