Balyozê Giştî yê Amerîkayê: Bi diltengî xatir ji Kurdistanê dixwazim

.

 Balyozê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino ku erkê wî yê dîplomasî li Herêma Kurdistanê bi dawî dibe diyar kir û got: “Bi diltengî xatir ji Kurdistanê dixwazim.”

Balyozê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino bi peyameke li ser rûpela Balyozxaneya Amerîkî ya li “Facebook” hat belavkirin de eşkere kir: “Ji bo hevalên min ên Herêma Kurdistanê, erkê min yê dîplomasî yê yeksalî li Herêma Kurdistanê bi dawî hat. Hêviya hûn bizanin ku ez bi diltengî xatir dixwazim û ti carî we ji bîr nakim.”

Di berdewamiyê de diyar kir: “Bi vegera ji sala par, ez gihîştim wê çendê ku Kurdistanê ez guhertim. Îro hez û rêzeke mezin ya gelê Kurdistanê di dilê min de heye. Mêvandostî û pêşwazîkirina we li min û hevpîşeyên min ên Amerîkî, ji bîr nakim.”

Herwiha Balyozê Giştî yê Amerîka da zanîn: “Spas ji bo hevaltî, bîrewerî û karên gelekî girîng ên ku me bi hev re bi dest aniye. Herwiha spas ji bo hevbeşkirina kulturê ciwan.”

Di berdewamiya peyama xwe de Palladino got: “Di dema 30 salên borî de, Herêma Kurdistanê rêyeke dirêj derbas kiriye û gelek tiştên wê hene ku şanaziyê pê bike. Proseya rêya demokrasiyê, dirêj û dijwar e. Belê Amerîka wê li vir be û wê bi we re be. Hêviya hûn bizanin ku ez ê li Washingtona Paytext piştevanê we bim.”

Balyozê Amerîka diyar kir: “Amerîka û Herêma Kurdistanê niha û di paşerojê de jî bi hev re baştir in û wê wiha jî bimînin.”

Kurdistan Haberleri

Dewleta Îranê di 8 mehan de 800 kesan îdam kir
Iraq û Amerîka pirsa hinardekirina petrolê nîqaş dikin
Nûxşe Nasih: Agir berdewam dike û me ji parêzgeha Silêmaniyê alîkarî xwest
Li ber Parlamentoya Tirkiyeyê Toroseke spî hat şewitandin
Pervîn Chakar dê perwerdeya masterclassê bide: Serlêdanan dest pê kir