Balyozê Brîtanya li ser serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Gelekî serkeftî bû

.

 Balyozê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê David Hunt da zanîn, di derbarê serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Brîtanyayê axivî û got, serdan gelek serkeftî bû û ligel Serokwezîr û çendîn rayedarên payebilind ên Brîtanyayê civînên gelek baş pêk anîn.

Li gor Balyozê Brîtanyayê David Hunt eşkere kiriye: “Di wê serdanê de gelek mijarên girîng hatin qalkirin û armanca wê nexşandina siberoja pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê ye.”

David Hunt daye zanîn: “Pêwendiya Brîtanyayê ligel Herêma Kurdistanê her dem pêwendiyeke nêzîk û dîrokî û kûr bûye, herwiha pêwendiyeke berdewam e. Serdana hefteya borî ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girîng û erênî bû.”

Herwiha Hunt tekez kiriye: “Gotûbêjên ligel serokwezîrê welatê min û rayedarên payebilind ên hikûmeta Brîtanyayê gelek girîng ûn, wê daxwaz û nêrîna hevbeş îsbat dike ku em dixwazin bi hev re ji aliyê bazirganî û asayîş û warên din ve, gelek karên baştir bikin.”

Kurdistan Haberleri

Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike
Amedspor derbasî Lîga Super bû