Balyoza Amerîkayê, pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê nirxand

.

Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku ew kêfxweş e ku li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiyaye.

Alina Romanowski di peyama xwe de ragihand ku dê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêz berdewam bikin û got ku

“Ez kêfxweş im ku vegeriyam Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyam. Li ser mijara rêkeftina li ser budceya giştî û mijarên din ên li ser petrol û gazê, ez hevahengiyên navbera Bexda û Hewlêrê han didim ku dibe piştevan ji bo seqamgîrî û asayîşa Iraqê. Pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê jî dê bihêz bimînin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle