Balyoza Amerîka spasiya Mesrûr Barzanî kir

.

 Balyozê Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski ku îro 4ê Mijdarê serdana Serokwezîr Meserûr Barzanî kiribû, spasiya xwe ji bo hevdîtina ligel wî nîşan da.

Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski, piştî hevdîtina ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê peyamek belav kir.

Romanowski di peyama xwe de got: “Xweşhal bûm ku li gel Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê min hevdîtinek pêk anî û piştevaniya Amerîkayê bo pêkanîna bilez a hikûmeteke giştgir tekez kir, ku pêwîstiyên welatiyên Herêma Kurdistanê peyda dike.”

Romanowski diyar kir: “Me bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re pêşhatên li navçeyê û çaksaziyên Pêşmerge gotûbêj kirin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle