Balafirên Tirkiyê sînorê Silêmaniyê bombebaran dikin

Balafirên şer ên Tirkiyê îro sînorê bajarokê Sengeserê li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûne, ku birîna yek ji wan kesan dijwar e.

Balafirên şer ên Tirkiyê îro sînorê bajarokê Sengeserê li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûne, ku birîna yek ji wan kesan dijwar e.

 

Rêveberê Bajarokê Sengeserê, Nehro Ebdullah ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê îro gundê Bolê yê ser bi vî bajarokî ve bombebaran kirin.

 

Nehro Ebdullah got: “Maleke sivîlan li gund ketiye ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê û di encamê de 2 kes birîndar bûne, ku birîna yek ji wan kesan dijwar e.”


 

Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê li nav sînorê Herêma Kurdistanê û bi taybet li zincîre çiyayên Qendîlê, gelek caran deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike.

 

Agahî tên nûkirin…

Siyaset Haberleri

Peyama Serok Barzanî di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de
Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in
Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
5 şêwirmendên Îranî di êrişên li Îraqê de hatin kuştin