Balafirên Tirkiyê Biradost bombebaran kirin

Îro balafirên şer ên Tirkiyê, devera Biradost li sînorê parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

Îro balafirên şer ên Tirkiyê, devera Biradost li sînorê parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

 

Balafirên şer ên Tirkiyê, îro Çarşemê bi hinceta hebûna binkeyên PKKê, devera Biradost a ser bi nahiyeya Sîdekanê ve bombebaran kirin.

 

Li gor agahiyan, ji bilî ziyanên madî, ti ziyaneke canî ya bombebaranê nebûye.

 

Rêveberê Nahiyeyaa Sîdekanê, Îhsan Çelebî ragihand, navçeyên bilindahiyê yên gundên Xelîfan, Lêlkan û Xwakurkê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

 

Îhan Çelebî diyar kir, ew navçe dûrî cihê niştecîbûnê ne û ji ber bombebaranên berê yên artêşa Tirkiyê vala bûne û navçe jî berê hatiye şewitandin, ji ber vê yekê ti ziyanên canî yê vê bombebaranê nebûne.

 

Bi gotina Çelebî, ji ber bombebaranan rûberekî berfireh ji cihên çêrê li navçeyê şewitiye.

 

Duh jî balafirên şer ên Tirkiyê, çiyayê Merîna li sînorê navçeya Amêdiyê bombebaran kiribûn. Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû, di wê êrişê de, 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

 

Siyaset Haberleri

Peyama Serok Barzanî di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de
Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in
Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
5 şêwirmendên Îranî di êrişên li Îraqê de hatin kuştin