Balafirên şer çend deverên Silêmaniyê bombebaran kirin

.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ragihand ku balafiran çend deverên Silêmaniyê bombebaran kirin.

Li gor agahiyên destpêkê, di encama bombebaranan de agir derketiye û zereke mezin ya madî gihiştiye rez û baxên gundiyan.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ji Rûdawê re diyar ku devera Şarbajêr û Mawatê yên girêdayî Silêmaniyê 3 caran hatin bombebarankirin.

Kameran Usman da zanîn ku devera Girdereş a gundê Sefrê yê navçeya Mawatê û devera Dûkanê ya navçeya Şarbajêrê bûne armanc.

Bi gotina Usman devera Dûkanê du caran hatiye bombebarankirin û devera Girdereşê jî carekê hatiye bombebarankirin.

Kameran Usman eşkere kir ku ji ber êrişî 25 donim zevî şewitîn û xelk deverê hewl dide agir vemirîne.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman herwiha got ku heta niha jî nayê zanîn êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Li aliyê din ve, wekî tê zanîn di van demên dawiyê de artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê bi balafirên şer û dronan gelek caran êrişan li nav axa Herêma Kurdistanê dike.

Carnan jî kesên sivîl dibin qurbanî û rez û baxên gundiyan jî dişewitin.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin