Balafirên alîkariya mirovî yên Qatar, Kuweyt û Erebistana Saûdiyê gihan Şamê

.

 Balafirên alîkariya mirovî yên dewleta Qatar, Kuweyt û Erebistana Sa’ûdiyê gihan Şamê. Qatar 37 ton xida, Kuweyt 33 ton alavên tibbî û Erebistana Saûdiyê xida, derman û alavên hewandinê bi balafirên kargoyê şandin Şamê.

Wezareta karên derve ya Qatarê got ku ji fona geşepêdana Qatarê 37 ton xida bi balafira leşkerî ya artêşa Qatarê giha balafirxana navdewletî ya Şamê. Ev balafira 10a ye ku dişîne Şamê.

Ajansa fermî ya Kuweytê KUNA ragihand ku ji Kuweytê bo Şamê 33 ton alîkariya tibbî û pêdiviyên din gihaye Şamê ku balafira duyeme dişîne.

Ajansa SPA ya Erebistana Saûdiyê ragihand ku dewleta Erebistanê balafira 10em ya alîkriyê gihandine balafigeha Şamê. Di nav alavan de xida, derman an ku alavên tenduristiyê û alavên hewandinê hene.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide