Balafireke bêpîlot li navenda bajarê Qamişlo otomobîlek bombe kir

.

 Balafireke bê pîlot Tirkiyê otomobîlek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Qamişlo li Taxa Hilêliyê Tirkiyê dronê êrîşî otomobîleke Toyota reng spî kir û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û otomobîl bi tevahî hate şewitandin.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo Vîviyan Fetah ragihand ku Bombebarankirina wê otomobîlê îro êvarê derdora saet 15.00 çêbû ye.

Berpirsê Ragihandina YPGê Siyamend Elî di twîttekê de ragihand, êrîşa Tirkiyê bi rêya dronekî hatiye kirin û di encam de sê kesan canê xwe ji dest dane.

Kesên ku jiyana xwe ji dest dane, kesayetiya siyasî ya Kurd Yûsif Gulo û 2 kurên wî Mihemed û Mezlûm Gulo ne.

Gelek şehîdên malbata Gulo hene, Yûsif Gulo jî, kesayetîyeke naskirî ye li Rojavayê Kurdistanê, bapîrê Serkirdeyê HSD Rêzan Gulo ye.

Yûsif Gulo berî 3 mehan bû mêvanê bernameya Pencemûr a Rûdawê, Gulo di wê bernameyê de behsa zarokatî û jiyana xwe kiribû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin