Balafira ku serokê Wagnerê tê de bû ket!

.

Balafira ku serokê koma leşkerên biheq Wagnerê Yevgenî Prigojin tê de ket. Hat daxuyandin ku 10 kes mirine. 

Rayedarên hewavaniya sivîl a rûs, daxuyand ku balafirgeha ku damezrîner û serokê koma leşkerên biheq Wagnerê Yevgenî Prigojin tê de, ketiye.

Li gor nûçeya Bazayê, balafira Embraer ERJ 135 a bi hejmara RA-02795 a Koma Wagnerê li herêma Tverê ketiye. Balafir ji paytext Moskowayê ber bi St. Petersburgê difiriya. Li gor nûçeya di qenala Telegramê ya ajansa nûçeyan a dewletê TASS'ê hat belavkirin de jî, Ajansa Veguhêzuyê ya Hewayê ya Federal a Rûsyayê, daxuyandiye ku di nava lîsteya rêwiyan de Prigojin jî heye. Hat ragihandin ku 10 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dane. 

Hat diyarkirin ku têkildarî qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin û Waliyê Tverê Igor Rudenya bi xwe bi bûyerê re eleqedar dibe. 

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin