Bajarvanên Amerîkî Ser Protesto û Belavbûna Vîrusa Korona Hişyarîyê Dikin

Karbidestên saxlemîyê yên Amerîka dîyar dikin ku protestoyên bo George Floyd dikarin rê li ber belavbûna vîrusa korona vekin.

Navenda Nûçeyan - Bajarvana Atalanta Keisha Lance Bottoms da zanîn ku kesên beşdarî protestoyan bûne divê vê hefteyê testên vîrusa korona bikin.

Herwiha, Bajarvana Washington DC Muriel Bowser jî bang li xwepêşanderan kir ku li gor mesafeya civakî tevbigerin.

Muriel Bowser dîyar kir ku di protestoyan de kesên bê maske dibîne û da zanîn ku ew naxwazin ku vîrus berbelavtir bibe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka bi qasî 1,800,000 kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 104,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack