Bajar bi bajar rêjeya baranbarînê li Herêma Kurdistanê

.

Ji duh ve pêleke baranbarînê li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û ji ber barîna baranê li gelek bajar û bajarokan lehî rabû. Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê jî ragihandiye, herî zêde li devera Barzan û qezaya Akrê baran bariye.

Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê şeva Çarşemê 12ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand ku dê li gelek deverên Herêma Kurdistanê barîna baranê berdewam be û derbarê xetereya lehiyê de hişyarî da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: Li navçeyên rojhilatê Herêma Kurdistanê li Pişder, bakurê Kerkûkê, rojhilatê Silêmaniyê, piraniya parêzgehên Helebce û Germiyanê bi taybet derengiya şevê dê baraneke zêde berdewam bike.

Rêveberiya Keşnasiyê herwiha amarek derbarê rêjeya barîna baranê li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê belav kiriye.

Li gor wan amaran, ji demjimêr 09:00 sibeha Çarşemê ve heta 21:00 şeva heman rojê, herî zêde li devera Barzan baran bariye ku 128 mîlîmetre bûye, di rêza duyem jî li navçeya Akrê bûye ku 101 mîlîmetre baran lê bariye.

Amara baranbarînê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê li gor Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:

Parêzgeha Hewlêrê

Hewlêr: 22.4 mîlîmetre

Pîrmam: 24.2 mîlîmetre

Şemamik: 13 mîlîmetre

Xebat: 57.6 mîlîmetre

Hacî Omeran: 57 mîlîmetre

Soran: 14 mîlîmetre

Barzan: 128.8 mîlîmetre

Parêzgeha Duhokê

Duhok: 29.1 mîlîmetre

Zaxo: 13.1 mîlîmetre

Akrê: 101.6 mîlîmetre

Bamernê: 59.8 mîlîmetre

Kanî Masê: 44.4 mîlîmetre

Amêdî: 85.6 mîlîmetre

Mangêşk: 28 mîlîmetre

Parêzgeha Silêmaniyê

Silêmanî: 27.5 mîlîmetre

Çemçemal: 61 mîlîmetre

Derbendîxan: 17.4 mîlîmetre

Dûkan: 14.8 mîlîmetre

Helşo: 19.8 mîlîmetre

Baziyan: 35.2 mîlîmetre

Parêzgeha Kerkûkê û navçeyên din:

Kerkûk: 9.2 mîlîmetre

Xormatû: 93.2 mîlîmetre

Kelar: 7.8 mîlîmetre

Xaneqîn: 6 mîlîmetre

Meydan: 13.8 mîlîmetre

Parêzgeha Helebce

Helebce: 16.2 mîlîmetre

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike