Bahçelî li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da

.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê hevdîtina li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan got: "Li holê pêvajoyeke bi navê çareseriyeke nû û pêvajoyek nîne."

Devlet Bahçelî bi armanca pîrozbahiya sala nû peyameke nivîskî belav kir.

Bahçelî di peyama xwe de behsa hevdîtina li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û mijarên siyasî kir.

Bahçelî got, “Li holê pêvajoyeke bi navê çareseriyeke nû û pêvajoyek nîne.

Tiştê ku dibe û divê bibe ew e; ji bo çarenûsa neteweyî û siberojê muxatab bê şert û cidî ketine dewrê(hatine ser xetê).

Di şertên nû de ku Tirkiye bûye akktorekî serekî ne pêkan e PKK/YPG li bakurê Îraqê û rojava û rojhilatê Feratê bimîne û dê teqez bê jinavbirin.

Têkdana navbera Tirk û Kurdan, serkêşiya fitneyê û bi armanca zerardayîna biratiya hezar salî têkdan û dabeşkirin daxwazeke vala ye."

Bahçelî derbarê hevdîtina ligel Abdullah Ocalan de dibêje, hêviya biratiya Tirk û Kurdan xurttir kiriye.

"Bû destpêkeke xweş"

Bahçelî wiha berdewam kir: “Hevdîtina ku di 28ê Kanûna Pêşîn a 2024a de di navbera Îmraliyê û DEM Partiyê de hat kirin û hin beşên vê civînê ku bi giştî di medyayê de cih girtin, ne tenê demokrasî û hêviyên biratiya Kurd û Tirkan xurttir kir, di heman demê de bû destpêkeke xweş.

Divê qonax ji gotinan derbasî çalakiyê bibe û di dawiyê de gav bi gav encamên erênî û şênber bên kirin û bê derengî were ragihandin.

Îsal wê di bin hevahengiya îradeya hevpar de bingehên aştî û aramiyê yên sed salên pêş me bên avêtin.

Ne gotûbêj û ne jî agirbest wê bê nîqaşkirin; Manîfestoya ku mizgînî û berdêlên sedsala nû vedihewîne ya bi arasteya hişyar a Tirkiyeyeke bê teror û aştiyane, wê di demek nêzîk de derkeve holê.”

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin