Bafil û Qubad Talebanî êrîşa ser zeviya gazê ya Kormor a li sînorê Silêmaniyê şermezar nekirin

.

Piştî 2 roj li ser êrîşa zeviya gazê ya Kormorê derbasbûn û ziyeneke mezin geheşte jêrxana wê zeviya gazê jî Bafil û Qubad Talebanî ti daxuyaniyek derbarê wê êrîşê de belav nekirin û şermezar jî nekirin.

Roja 25.01.2024ê çend mûşek ji zeviya gazê ya Kormor a li sînorê qeza Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê re hatin avêtin û ji ber wê henardekirina gazê ji bo rawestekên berhemanîna elektrîka Herêma Kurdistanê hate ragirtin.

Li gor dûvçûnên BasNewsê Balyozxaneyên Amerîka, Brîtanya, Fransa û çend welateke din êrîş şermezar kirin, lê Bafil û Qubad Talebanî ku xwe wek hikûmdarên yekem ên navçeya Silêmaniyê dizanin, heta îro jî ti daxuyaniyek wê derbarê de belav nekirine û êrîş şermezar jî nekirine.

Hîn nayê zanîn gelo sedemê bêdengiya Bafil û Qubad Talebanî li hember êrîşa milîsên Iraqê ya ser Kormorê çiye? Lê tişta ronî ew e Bafil Talebanî û YNK xwedî pêwendiyekî bihêz ên li gel milîsan in û peyvendî ji rojên xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê heta naha jî her wisa bihêz maye.

BasNews

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin