Bafil Talebanî ji bo hevdîtina ligel Serok Barzanî gihîşt Pîrmamê

.

 Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji bo bi Serok Mesûd Barzanî re bicive îro Pêncşembê danê êvarê gihîşt Pîrmamê.

Sekreterê Giştî yê PDKê Fazil Mîranî beriya vê hevdîtinê ragihandibû ku wê Serok Barzanî li ser mijara posta serokomariya Iraqê û çend mijarên din ligel Bafil Talebanî bicive.

Tê çaverêkirin herdu alî li ser çend mijarên taybet bi Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêjê bikin ku li gorî daxuyaniya Mîranî, mijara sereke ya hevdîtinê nakokiya PDK û YNKê li ser posta serokkomariya Iraqê ye.

Hêjayî gotinê ye, namzedê PDKê yê serokomariya Hoşyar Zêbarî ye, yê YNKê jî Berhem Salih e û niha Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê namzediya Zêbarî li ser gilîyê hinek aliyan rawestandiye û heta roja Yekşemê biryar li ser namzediya wî ji nû ve tê dayîn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle