Bafil Talabanî: Ti sedemekî rewa ya vê îhlala Îranê tineye

.

 Serokê Yekeîtiya Niştîmanî Kurdistan Bafil Talabanî li ser êrîşên Îranê ku îro bi balafirên bêajotvan êrîş ber ser baregehên HDK-İ, PAK û Komelê yên li Başûrê Kurdistanê li bajarên Kerkûk, Silêmaniyê û Hewlêrê, daxwuyaniyekî da û got:

“Ti sedemekî rewa ya vê îhlala Îranê tineye. Ev bûyera talûkê ku bandora neyînî li ser Herêma Kurdistanê dike, em daxwaz dikin ku raweste. Em bi endîşe li vê bûyera ku tê de gelek kes can dane, dinêrin. Ti sedem tine ku sînoran derbas bikin. Em naxwazin ku axa Herêma Kurdistanê ji bo babetên siyasî û leşkerî bikarbînin. Em naxwazin hemwelatiyên me bibin qurbaniyên van pirsgirêkan.

Ev kiryar ji bo ewlehî û asayîşa Herêma Kurdistanê tehdîde. Bila teref pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Em bang li hukumeta Iraqê dikin ku berpirsiyariyên xwe yên axa Iraqê û Herêma Kurdistanê bicîh bînin û ber li van mijaran bigrin.

Ez ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin, ji bo birîndaran şîfayê dixwazim û ji bo kesên mexdûr bûne, me wezîfedaran tayîn kiriye da bi mijarê bilî bibin.

Bila herkes bizanibe ku hemwelatiyên herêma Kurdistanê, kesên îstîqrara me xerab bikin û xwîna me birêjin, em ti carê ji bîr nakin.”

Di êrîşa îro ya artêşa hêzên Îranê ku bi balafirên bêajotvan êrîşê Herêma Kurdistanê kirin de 9 Pêşmerge şehîd dketin û 32 kes birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Siyamend Haco: Şam ji bo diyalogê ne amade ye û Rêveberiya Xweser jî hevpariyê qebûl nake
Brîtanya: Piştî têkçûna DAIŞê li Iraqê pêwîstî bi Heşda Şeibî nemaye
Rêberê Durziyan spasiya Trump, Îsraîl û Rêveberiya Xweser kir
HSDyê hişyarî da: 'Êriş peymana bi Şamê re dixin metirsiyê'
Baroya Şirnexê: Me li hemberî birîna daran 8 hezar îmze kom kirine