Babekir Zêbarî: Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka giring e û em jî li benda berdewambûna hevkariyê ne

.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê bo karûbarên leşkerî, behsa wê dike ku Herêma Kurdistanê bûye herêmeke stratejîk a girîng û ev nêrîna Amerîkayê jî girîng e.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê bo karûbarên leşkerî Ferîq Babekir Zêbarî  ji BasNewsê re ragehand: “Li gel hilbijartinên Amerîkayê, hindek guhertin dê bên kirin û ew jî bi Serokê Amerîkayê bi xwe ve girêdayî ye, nek bi sîstema siyasî ya Amerîkayê, bo me hatina Trump taze û ji nişkave jî nîne, berê di serdema Trump de, rolê pêşmergeyên qehreman di rûbirûbûna bi DAIŞ û terorê de leyîstiye û wan jî ew rol bilind nirxandiye.”

Herwaha got, “Pêgeha Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê pir girînge û ev erdnîgariya Kurdistanê bo Amerîkayê girînge, ji aliyekê ve Tirkiye, li aliyê din ve Îran, Iraq û Sûriyê, ku Kurdistanê kariye siyaseteke hevseng li herêmê bimeşîne, di ti rewşekî de Amerîka dest ji piştevaniya Kurdistanê berde û Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê bûye stratejiyek, em jî li bendêne ku alîkarî û piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge berdewam be û di asta wezareta berevaniya Amerîkayê çendîn car hatine agahdar kirin ku destxweşiya wan heye bo rola hêzên Pêşmerge.”

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide