Babe Şêxê Êzîdiyan: Jiyana sivîl û mirovên bêguneh ên li Şingalê biparêzin

.

Babe Şêxê Êzîdiyan Şêx Elî Şêx Elyas, ji bo çareseriyeke rîşeyî ji herêma Şengalê re bibînin, bi daxuyaniyekê bang li Hewlêr û Bexdayê kir û got: “Jiyana sivîl û mirovên bêguneh ên li Şingalê biparêzin.”

Şêx Elyas diyar kir: “Em bang li hikûmeta Iraqê û aliyên din dikin ku jiyana sivîl û mirovên bêguneh ên li Şingalê biparêzin, yasayên navdewletî li ber çav bigirin, milmilaneyên çekdarê ji bajar û navçeyên sivîlan dûr bixin, bi taybet ku gelek ji van malbatan nû vegeryane nû herêmê ne.”

Herwiha Baba Şêx bang li aliyan kir ku zimanê diyalogê bi kar bînin da ku pevçûnên çekdarî bi dawî bibin û aramî û aştî li herêmê pêk were.

Di berdewamiyê de Baba Şêx eşkere kir: “Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê dikin ku çareseriyeke rîşeyî ji herêma Şingalê re bibînin ku heta niha ji ber encamên komkujiyan û êrîşên DAIŞê dinale.”

Herî dawî Baba Şêx destnîşan kir: “Em bang li rayedarên pêwendîdar ên li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ciheke ewle ji malbatên ku careke din xwe li bajarên Herêma Kurdistanê girtine, peyda bikin.”

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû