Azerbaycan hejmarek dîplomatên Îranê ji welatê xwe der dike

.

Wezareta Derve ya Azerbaycanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, çar dîplomatên Îranî ku li Balyozxaneya Îranê ya li Bakuyê kar dikin "ne kesên pesendkirî ne û divê di nava 48 saetan de ji xaka Azerbaycanê derkevin".

 Di pêşhateke nû ya pêwendiyên dîplomasî yên navbera Azerbaycan û Îranê de alozî derketiye holê û çend dîplomatên Îranî yên li Bakuyê, dema 48 saetan ji wan re hatiye dayîn, da ku Azerbaycanê bi cih bihêlin.

Îro Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an, Wezareta Derve ya Azerbaycanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, çar dîplomatên Îranî ku li Balyozxaneya Îranê ya li Bakuyê kar dikin "ne kesên pesendkirî ne û divê di nava 48 saetan de ji xaka Azerbaycanê derkevin".

Wezareta Derve ya Azerbaycanê diyar kiriye, li ser vê mijarê Balyozê Îranê yê li Azerbaycanê hatiye bangkirin û jê re hatiye ragihandin ku li gor lêkolînan çar dîplomatên wan ji ber binpêkirina rêkeftina Viyena ya sala 1961 a li ser pêwendiyên dîplomasiyê, divê di nava dema ku ji wan re hatiye diyar kirin de, Azerbaycanê bi cih bihêlin.

Beriya niha di roja 20ê Mijdara 2022an de Îranê hikûmeta Azerbaycanê tometbar kiribû ku Azeriyên li welatê wan ji bo cudabûna ji Îranê han dide.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’