Awustralyayê 17 hemwelatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin

.

Awustralyayê 4 jin û 13 zarok vegerandin welatê xwe ku çend salek bûye piştî rûxana rêxistina terorîst a DAIŞê li du kampên li Rojavayê Kurdistanê bûn.

Wezîrê Navxwe yê Awustralyayê Clare O'Neil di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmetê çend sedemên girêdayî asayîş û civakê li ber çav girtiye û got: “Biryara wergirtina wan jin û zarokên wan li ser bingeha nirxandina takekesî, piştî xebata demdirêj a ji aliyê dezgehên ewlehiya niştimanî ve, hatiye dayîn.”

Vegerandina endamên malbatên çekdarên DAIŞê li Awustralyayê mijareke siyasî û rejîma Sûriyê wan kesan weke gefa ewlehiyê bi nav dike.

Clare O'Neil diyar kiriye, eger endamên dezgeha dije terorê bigihin wê encamê ku ew jin li Sûriyê beşdariya çalakiyên neyasayî bûne, dibe ku ew li Awustralyayê werin darizandin.

Kampa Holê kampa malbat û kesûkarên çekdarên DAIŞê ye û li gor amaran, zêdetirî 71 hezar kesên ser bi DAIŞê tê de ne û nîvê nişteciyên kampê, temenên wan ji 18 salî kêmtir e û piraniya wan Iraqî ne, ew kamp weke metirsiya serîhildana DAIŞê tê dîtin û çend caran alozî jî tê de derketiye, loma bi awayekî fermî hatiye xwestin ku welatên cîhanê hemwelatiyên xwe yên li nav wê kampê vegerînin welatê xwe.

Herwiha li gor amarên Rêveberiya Xweser, nêzîkî 2 hezar û 500 jin û zarokên welatên biyanî, li nav Kampa Rojê dijîn.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin