Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan

.

Îro berbangê erdhejek bi hêza 5.5 li eyaleta Şandong a Çînê rû da û di encamê de, 31 kes birîndar bûn û 74 xanî hilweşiyan.

Ajansa Amerîkî got, erdheja ku di demjimêr 02:33 (18:33 GMT Şemiyê) pêk hat, navenda wê 26 km li başûrê bajarê Dezhou, parêzgeha Shandong, di kûrahiya 10 km de bû.

Her îro jî, li paytexta Afxanîstanê Kabolê erdhejek bi pileya 5,3 rû da.

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, navenda erdhejê li herêma Curimê ya parêzgeha Bedaxşanê ya li bakurê welêt bû.

Herwiha li Endonezyayê, Ajansa Jeofîzîkê ya Neteweyî îro Yekşemê ragihand ku erdhejek bi hêza 5,3 pileyî li peravên parêzgeha Sulawesi rû daye.

Destnîşan kir jî, egera tsunamiyê tune ye. Erdhej di kûrahiya 16 kîlometreyan de rû daye û heta niha ti agahî derbarê ziyanan de nehatine.

Asya Haberleri

Li Washingtonê panelek li pêşeroja Sûriyeyê: Divê Kurd bibin beşek ji çareseriyê
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin
Dewleta Hindistanê huşdarî da welatiyên xwe ku bo kar serdana Îranê nekin
Hevpeymaniya leşkerî, wekî pêdiviyekê
Îtaliyayê balyozek ji bo Sûriyê diyar kir