Aştî Hewramî çû ser dilovaniya xwe

.

Wezîrê berê yê çavkaniyên xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî koça dawî kir.

Hat ragihandin ku Aştî Hewramî piştî emeliyatê wefat kiriye.

Aştî Hewramî li kabîneyên şeşem, heftem û heştem wezîrê çavkaniyên xwezayî bû û li kabîneya nehem jî alîkarê serokwezîr ê kar û barên enerjiyê bû.

Hewramî sala 1948an hatiye dinê.

Ji 1975an heta 1982yan li Brîtanyayê endezyariya petrolê kir.

Sala 1978an li Skotlandê di biwarê endezyariya petrolê de mastrera xwe qedand.

Sala 2006an jî bû Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê.

Şîna wî dê îro berê li Hewramanê û paşê jî li Silêmaniyê bên danîn.

Nêçîrvan Barzanî: Ez şirîkê xemên wan im

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî wefata Aştî Hewramî peyamek belav kir û û got:

"Ez sersaxiyê ji xizm û malbata hevrê û hevkarê xwe dikim. 

Ez hevsoz û şirîkê xemên wan im."

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye