Associated Press: Esed pêşniyara Erdogan red kir!

.

Îdîayeke nû hat kirin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya hilbijartinê bi Beşar Esad re 'aştiyê' dixwaze. Siyasetmedarekî Libnanî îdia kir, Erdogan herî dawî peyamek ji Esed re şandiye û li ser Kurdan û penaberan pêşniyar kirine.

Li gor ajansa nûçeyan a Associated Press (AP) ku navenda wê Amerîka ye îdia kir, Erdogan 'peyamek' ji Esad re şandiye. Di nûçeya ku çavkaniya wê siyasetmedarekî Libnanî ye ku tê gotin bi rêkûpêk bi rayedarên Sûriyê re dicive hatiye diyarkirin, ev peyam rojên borî hatiye şandin.

Pêşniyarên li ser Kurd û penaberan

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Erdogan bang li Esed kiriye ji bo rêgirtinê li vegerandina artêşa Sûriyê ji bo navçeyên di bin kontrola Kurdan de, ji bo rêgirtinê li bikaranîna gaz û petrola Sûriyê ji aliyê hêzên Kurdî ve, û şandina penaberên Sûriyê ji bo Sûriyê bike.

Herwiha hat îdiakirin ku di peyama bi rêya Îraniyan ji Esed re hatiye şandin de Erdogan gotiye, ew amade ye ji Enqerê berpirsan bişîne Şamê.

Lê hat gotin, Esad ev pêşniyar red kiriye û pêşniyar kiriye ku rayedar li 'welatê sêyemîn' bicivin.

Rayedarekî payebilind ê Tirkiyê îdiaya ku Îran navbeynkariyê dike red kir. Rayedar diyar kir ku ya 'Tirkiye ber bi tawîzê ve kişand' Rûsya bû, lê 'tu pêşketin çênebû'.

Kurdistan Haberleri

Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin
Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat