Asayîşê çend xalên hikûmetê li Qamişlo dorpêç kirine

.

Medyaya nêzîkî HSD û Rêveberiya Xweser belav kirine ku Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku wek Asayişa Rêveberiya Xweser jî tê naskirin, ji şeva bihorî ve çend xalên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo dorpêç kirine.

Li gor zanyariyên medyaya nêzîkî HSDê, hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser rê li ber derbasbûn û derketina hêzên Hikûmeta Sûriyê ji bo Balafirgeha Qamişloyê jî girtine.

Li gor zanyariyên ku ajansa NPA belav kirine, hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser daxwaz dike ku Hikûmeta Sûriyê dorpêça li ser herdû taxên Kurdî yên Helebê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û hinek navçeyên ku koçberên Efrînê lê dimînin rake û rê bi derbaskirina alîkariyên wek derman, sotemenî û kelûpelên xwarinê bo wan tax û navçeyan bide.

Li gor heman çavkaniyê, danûstandin li ser vê mijarê di navbera herdû aliyan de hene.

Têkildarî mijarê, ne Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demorkatîk û ne jî hikûmeta Sûriyê hêj ti daxuyanî nedane.

Piraniya bajarê Qamişlo di kontrola HSDê û Rêveberiya Xweser de ye, lê Balafirgeha Qamişlo, Çargoşeya Ewlehiyê ya bajêr û beşeke biçûk ji bajêr hêj di kontrola hêzên hikûmeta navendî ya Sûriyê de mane.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir