Asayişa Silêmaniyê: Me 17 terorîstên DAIŞê desteser kirin

.

Operasyona Asayişa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand, 17 kes desteser kirine ku şaneya razayî ya DAIŞê bûye.

Operasyona Asayişa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand, 17 kes desteser kirine ku şaneya razayî ya DAIŞê bûye û plana wan hebûye ku karên terorîstî encam bidin.

Li gor daxuyaniyê, ew kes li ser zanyariyên îstixbarat û lipeyçûn û lêkolînê, di çend helmetên cuda de li Silêmanî, Çemçemal, Tekye û Barîke hatine desteserkirin.

Di daxuyaniya Asayişê de hatiye diyarkirin, ew kesên ku hatine desteserkirin, du mefreze bûn û yek ji wan "plan danîbûn ku çend efserên bilind ên hêzên Pêşmerge û çend melayên diyar, bikujin".

Herwiha hat eşkerekirin: “Ew grûp ji heft kesan pêk tê û bi rêya torên medyaya civakî ketine bin bandora fikra tundrew a DAIŞê û bangeşeya belavkirina kar û çalakiyên terorîstan dikin û piştî xwerêkxistina xwe, destpêkê plana terorkirina Mela Fatih Şaristênî, Emîd Serdar û Muqedem Rizgar Heme Salih û Baban Teha yê li hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û teqandina çend baregehên din partiyan.”

Li ser vê mijarê, Asayişa Silêmaniyê behsa kuştina welatiyê bi navê Ehmed Şewket kiriye û ragihandiye: “Roja 14ê Tebaxa 2022yan li nav bazara Silêmaniyê ya Eshabespî terorîstê herî tawanbar Akam Behadîn yê bi nasnavê Akam Kurdî ligel çend tohmetbarên din ku plana terorkirina Mela Fatih Şaristênî û hejmarek efser û Pêşmerge dikin û nav bazara Silêmanî û Eshabespî destnîşan dikin ji bo wergirtina pere û çek û encamdana çalakiyekê, da ku ji ber qerebalixiyê bikarin armanca xwe cîbicî bikin û birevin.”

Herwiha eşkere kir: “Ew terorîst ketin bin çavdêriyê û di dema hewldana wan a wergirtina çek û pere û cîbicîkirina çalakiya xwe de, hêzên me ji bo desteserkirina wan ketin liv û tevgerê, di wê demê de li Eshabespî terorîst rûbirûyî hêzên me bûn û teqekirin rûda û Akam Behadîn û tohmetbarekî din hatin desteserkirin û hejmarek terorîstên din jî reviyan, lê mixabin ji ber bûyerê welatî Ehmed Şewket ku ji malbateke dilsoz û xebatger e, şehîd bû.”

(K24)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle