Asayişa Rojava derbarê teqîna Qamişlo de daxuyanî da

.

Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayiş), Tirkiyê piştî nîvroya roja Sêşemê bi dornekê Navenda Pêwendiyan li bajarê Qamişlo bombebaran kir û di encamê de 2 endamên wê navendê birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekarıya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişali Qamişlo û Kobanî de ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Balafıreke bêmirov dewleta Tirkiyê danê nîvro navenda têkiliyan a li Qamişlo bombebaran kir, di encamê du endamên karker ku li navendê dixebitin birîndar bûn.

Hêzên Ewlekarıya Navxwe herwiha dibêje: “Bêrêvarê jî nêzî saet 3:00’yan balafireke bêmirov erebeyek li gundewarê Kobanî li ser rêya di navbera gundê Îdiq û Textê de hedef girt, di encamê de ajokar birîndar bûn.”

Hêzên Ewlekarıya Navxwe bang li hêzên navneteweyî yên garantor dike ku bi erkên xwe li hember van êrişan rabin ku parastina welatiyan ji van hedefgirtinan bikin.

Asayişê nîşan bi wê yekê jî daye ku Tirkiye hewl dide aramiya navçeyê têk bide û bêserûberiyê belav bike û welatiyên sivîl neçar bike ku ji navçeyên xwe koçber bibin.

Di daxuyaniyekê de, Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayiş)ê, ragihandiye ku ew êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn