Asayişa Qamişlo rê neda ENKS 4emîn kongreya xwe li bajêr li dar bixe

.

Biryar e îro 4emîn Kongreya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata lidarxistin, lê hêzên asayişê rê nedan kongre were lidarxistin.

Biryar e îro 14ê Mijdara 2022an 4emîn kongreya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata lidarxistin û dê 150 heta 160 endam di kongreyê de beşdar bana û dê tenê rojekê berdewam be.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: Asayişa bajêr rê neda endamên kongreyê derbasî hola kongreyê bibin, bi hinceta ku molet nehatiye standin.

Mihemed Îsmaîl amaje bi wê da, niha danûstandinên wan bi aliyên pêwendîdar re hene, ji bo lidarxistina kongreyê.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) roja 26 Cotmeha 2011ê li Bajarê Hewlêrê hate damezirandin. Ji 18 partî û rêxistinên Kurdî û kesatiyên serbixwe pêk tê.

Biryar e ENKSê di vê kongreyê de serokatiyeke nû ji bo ENKSê hilbijêre û lêvegerê ji peyrewa navxwe, bernameya siyasî û karûbarên rêxistinî re bike.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye