Asayişa Qamişlo hûrgiliyên teqîna li Qamişlo aşkere dike

.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) diyar kir, otomobîla li Qamişloyê teqiye, ji ber çandina mayînekê di hundirê otomobîlê de bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro 28ê Tebaxê derbarê teqîna otomobîlekê li nava bajarê Qamişlo û şehîdbûna 2 welatiyan de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, îro danê nîvro, li Qamişloyê otomobîlek li hember Navenda Postê ya taxa Enteriyê teqiya. Di encamê de, jinek û kurê wê ve şehîd bûn.

Li gorî lêkolînên hêzên asayişê, sedema teqînê ew e ku mînek li hundirê otomobîlê de hatibû çandin.

Asayiş dibêje, hêzên wan dest bi lêpirsînên fireh ji bo aşkerakirina teqînê kirin û Em bang li welatiyan kir, çi tevgerên bigûman hebin, hêzên asayişê agahdar bikin.

Pêştir medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihandibû, ew otomobêl ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hatibû bombebarankirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye
Piştî bi dehan salan Kurdên Êzidî vedigerin gundê xwe yê li Şirnexê