Asayîşa Kurdistanê tevî zanyariyên nû daxuyaniyeke tund li dijî êrîşa ser Hewlêrê belav kir

.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, li ser êrîşa şeva borî ya bi dronan bi ser Hewlêrê de, zanyariyên nû belav kirin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku êrîşa teroristî ya şeva borî li ser Hewlêrê, berdewamiya wan êrîşan e ku bi armanca xistina fişarê li ser Herêma Kurdistanê têne kirin.

Asayîşa Kurdistanê eşkere kir ku ew droneya ji bo vê êrîşê bi kar hatiye, ji sînorê bajarokê Pirdê ji aliyê mîlîşeya Hizbullah a bi ser Îranê ve bi ser Hewlêrê de hatiye şandin.

Herwiha Asayîşa Kurdistanê diyar kir, “hin nûçeyên malperên fermî yên ser bi hêzeke herêmî ve (Îran), wek carên pêşî belav kirine ku di vê êrîşê de otomobîlek ser bi Mossada Îsraîlê ve hatiye armanckirin û idîa kirine ku kesek jî hatiye kuştin. Ew dikarin van derew û idîayan bifiroşin raya xwe ya giştî, lê ji bo xelkê Hewlêr û Herêmê yê ku bi çavê xwe cih û cureya êrîş û ziyanên wê dîtine, ev hewlên wan bûne cihê pêkenokê.”

Asayîşa Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de bangewazî kir: “Ew vê bangeşeyê dikin, dixwazin şikestin û lawaziya xwe veşêrin, eger na bila ewlehiya nava cergê paytext û bajarên xwe biparêzin. Herêma Kurdistanê ti demê nabe pêgehek ji bo gefa li ser welatên herêmê, di hem demê de jî radigihînin ku divê ew welat rêzê li serweriya xak û gelê Herêma Kurdistanê û Iraqê bigirin.”

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû