Asayîşa Hewlêrê: 2 kes ji ber teqîna otomobîleke bombekirî hatin desteserkirin

.

Li gor zanyariyên ku ji Hêzên Asayîşa Hewlêrê bi destê Rûdawê ketine, 2 kes ji ber teqîna otomobîlekê bi bombeyekê li taxa Serbestî ya Hewlêrê hatin girtin ku pasewanên taybet ê qurbanî Hawkar Ebdullah Resûl bûne.

Îro înê piştî nîvro, di encama teqîna otombîleke bombekirî li taxa Serbestî ya Hewlêrê, efserê berê yê Dijî Terorê yê YNKê Hawkar Ebdullah Resûl hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn ku di nav wan de jina wî û du zarok û xwişka wî hebûn.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bûyera teqandina 2 bombeyan di otomobîla efserekî berê yê Dijî Terorê yê YNKê de li Hewlêrê wek “kiryareke terorîstî” bi nav kir û ragihand, kesên ku ev tişt kirine dê bên cezakirin.

Piştî bûyerê çend demjimêran Rûdawê ji asayişa Hewlêrê agahî wergirt ku ew her du tohmetbar di operasyoneke taybet a dijî terorê û ewlehiyê de li taxa Şehîdan li nêzîkî polîtburoya YNKê li Hewlêrê hatine girtin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Hawkar Ebdullah, Berpirsê Dezgeha Zanyarî û Dijî Terorê ya YNKê li Neynewayê bûye ku piştî pirsgirêkên navxwe yên YNKê li ser erka xwe nemabûye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin