Asayîşa Hewlêrê: 10 bazirganên madeyên hişbir hatin desteserkirin

.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ragihand, hêzên wan di operasyonekê de bi biryara dozger 10 tohmetbarên ser bi grûpên bazirganiya bi madeyên hişbir ve desteser kirine.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê roja Yekşemê 16ê Temûza 2023yan daxuyaniyek weşand û têde ragihand, ku wan çend bazirganên madeyên hişbir desteser kirine.

Di daxuyaniya Asayîşa Hewlêrê de tê gotin: “Piştî komkirina zanyariyên temam li ser çend grupên bazirganîkirina bi madeyên hişbir ji aliyê tîmên me ve, bi biryara birêz dozgerê lêkolînê yê Asayîşa Hewlêrê, me karî 10 tometbarên endamên wan grûpên bazirganîkirina bi madeyên hişbir di dema firotin û dabeşkirina madeyên hişbir de desteser bikin.”

Asayîşa Hewlêrê ragihadiye: “Yek ji bazirganên madeyên hişbir ji aliyê Rêveberiya Asayîşa Soranê ve zanyarî li ser hatibûn dayîn û piştî hemahengiyê, ew kes ji aliyê tîmên me ve hate desteserkirin.”

Li gor daxuyaniya Asayîşa Hewlêrê, “di dema desteserkirina endamên wê grûpa bazirganên madeyên hişbir de, me dest danî ser çend çekên bê destûr, qasek madeyên hişbir û amûrên bikaranîna wan madeyan. Hemû tohmetbar jî tedbîrên yasayî li hember wan hatine girtin û dê derkevin pêş dadgehê.”

Asayîşa Hewlêrê daxwaz ji hemwelatiyan jî kir, ji bo nehiştina bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişbir bi wan re alîkar û di nava hemahengiyê de bin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’