Asayişa Herêma Kurdistanê: Me endamên du grûpên teroristî desteser kirin

.

Asayişa Herêma Kurdistanê: Me endamên du grûpên teroristî desteser kirin.

Hêzên Operasyona Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, wan plana du grûpên teroristî şikandin ku armanca dikirin “kiryarên teroristî li Hewlêrê pêk bînin û plana terorkirina çend kesayetiyan jî danîbû”.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê îro 23ê Tîrmeha 2022an di daxuyaniyekê mikurhatinên çend tometbaran belav kirin û diyar kir, “Bi piştbestina bi zanyariyên hewalgiriyê yên Operasyona Asayişa Silêmaniyê, belgeyên dirust û piştrastkirî li ser wan her du grûpên teroristî li Herêma Kurdistanê ketin destê wê ku bi riya tora civakî ketine jêr bandora hizrî ya teroristên DAIŞê û bi du arasteyên cuda plan danîbûn ku armancên xwe cibicî bikin.

Asayiş dibêje: Piştî çavdêrîkirina tevgera tometbaran, bi razemendiya birêz Dadwerê Lêkolînan, bi biryara Serokê Dezgeha Asayişa Kurdistanê, hêzên operasyonên Dezgeha Asayişa Herêmê çend operasyon û hilmetên serkeftî yên cuda encam dan û hejmarek teroristên DAIŞê desteser kirin ku plana wan hebû piştî cibicîkirina armancên xwe pêwendiyê bi çekdarên DAIŞê re bikin.

Çavkanî: Kurdistan 24

Mikurhatinên tometbaran:

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive