Artêşa Tirkiyeyê gundekî Efrînê topbaran kir

.

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar gundekî navçeya Şêrewayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê bi dest xistine, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewayê topbaran kir.

Di encama topbaranê de ti zererên canî nebûn lê mala welatiyê bi navê Azad Yûsif hilweşiya.

Hat zanîn ku Azad Yûsif û malbata xwe di dema topbaranê de li malê nebûn.

Dîmenên mala hatiye topbarankirin taybet ji Rûdawê re hatine şandin.

Artêşa Tirkiyeyê û komên ser bi wê ve di van demên dawî de topbaranên xwe li dijî gundên di bin kontrola hêzên Kurdî de ne zêde kirine.

Li hinek gundên Efrîn û Ezazê ev çend roj in di navbera çekdarên Emşat û Hemzat û Cebhe Şamiyê de şer û pevçûn berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye