Artêşa Tirkiyê li Mûşê operasyoneke nû da destpêkirin

.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, hêzên wan li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Abluka-13 (Dorpêç)” dane destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, îro Şemiyê 28ê Gulana 2022yan  li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bi navê “Abluka-13 (Dorpêç)” operasyoneke nû bi hinceta gerîlayên PKKê hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku hêzên taybet ên cendirme, polîs û komando jî di nav de 565 endamên artêşa Tirkiyê di vê operasyonê de cih digirin ku ji çend tîman pêk tên.

Li gor daxuyaniyê di operasyona ku Fermandariya Cendirmeyan ya Mûşê dimeşîne de, li herêma Zozanê Şênê 6 sitargeh û 17 çal hatin tesbîtkirin.

Herwiha hat gotin ku di roja ewil a di lêgerînê de 150 gram madeyên teqemeniyê, parçeyekî tivinga otomatîk, 728 pîl, 27 cot sol, 6 parçe cil, 15 kîlogram xwarin û hatin dîtin.

Piştî wê operasyonê, Artêşa Tirkiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê “Dorpêç” bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dan destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN