Artêşa Tirkiyê li Mêrdînê dest bi operasyonê kir

.

 Artêşa Tikriyê li Çiyayê Bagok ê di nav sînorên navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonekê kir.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne, duh 29ê Adara 2022ê di demjimêrên êvarî de,  Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Bagok ê di nav sînorên navçeya Nisêbînê de, bi beşdariya bi sedan leşkeran operasyonek da destpêkirin.

Li gor agahiyan leşkerên Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyonê de li navçeyê dest bi çêkirina çeperan kirin û ketin gundê Marînê yê li navçeyê jî û piştî demekê ji gund derketin.  

Hat ragihandin ku heta niha li navçeyê ti rûbirûbûnek li navçeya operasyonê pêknehatiye û leşkeran li wir dest bi kar û xebatên lêgerînê kirine.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle