Artêşa Tirkiyê li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir

.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-19” dane destpêkirin.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Duşemê 26ê Kanûna 2022an ragihand ku artêşa wî welatî li herêma Besta ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.

Li gor daxuyaniyê, li herêma Besta ya Şirnexê bi beşdarbûna 470 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevanan ku ji 39 tîman pêk tên, operasyona bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-19” hatiye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle