Artêşa Tirkiyê li Dêrsimê dest bi operasyoneke nû kir

.

Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wî welatî li sînorê parêzgeha Dêrsimê dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Zivistan-23 kiriye.

Li gor daxuyaniyekê ku îro Şemiyê 12uê Sibata 2022ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyona bi navê “Eren Zivistan-23” vê sibê bi beşdarbûna hezar û 62 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan destpê kiriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê doh 11ê Sibata 2022ê jî diyar kiribû ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren Zivistan-22” daye destpêkirin.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” dijî gerîlayên PKKê destpê kirine. Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiribû ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin