Artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke nû kir

.

Li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyoneke nû ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve  hat destpêkirin û herem bi tundî tê bombebarankirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar do bi şev bi daxuyaniyekê, destpêkirina operasyoneke nû bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê ragihand.

Hulusî Akar di daxuyaniya xwe de da zanîn, ew operasyona bi navê ‘Pençe-Kilîl’, herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Basyanê li xwe digire ku dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê diyar kir, ew ji erd û esman wan deveran bi tundî topbaran û bombebaran dikin û hêzên wan ên komando bi helîkopteran daketine herêmê.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, giraniya vê operasyona nû ya berfireh, li ser herêma Zapê ye û ev dever bi tundî tê topbaran û bombebarankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye, derbarê operasyon û êrîşa nû ya Artêşa Tirkiyê de daxuyanî da û eşkere kir, Artêşa Tirkiyê xwest li herêma ‘Şikefta Birîndara’ ya herêma Zapê bi helîkopteran leşkeran dane xwarê lê ew hewldan ji aliyê hêzên wan ve hatiye astengkirin û pêla yekem a êrîşan hatiye têkbirin.

HPGê destnîşan kiriye, di şer û pevçûnên yekem de li wê deverê 8 leşker hatine kuştin û leşkerên ku daketine xwarê jî di bin kontrola hêzên wan de ne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle