Artêşa Tirkiyê li Amêdiyê gule li gundiyan reşand: 2 jin birîndar bûn

.

Hêzên artêşa Tirkiyê gundê Kêste yê navçeya Amêdî ya parêzgeha Dihokê gule li gundiyan reşandin. Li gorî muxtarê gund 2 jin birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Muxtarê gundê Kêsteyî Omîd Kêsteyî ji Rûdawê re ragihand “2 jin bi guleyên doçkayê yên hêzên Tirk ve hatin birîndarkirin û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî muxtarê gund, gulebaran demjimêr 17:30’ê danê êvarê li bilindahiyên gund ji xaleke serbazî ya artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin û di dencamê de 2 jin ku yek ji wan diya 3 zarokan e birîndar bûne û birîndaran rakirine nexweşxaneyê.

Muxtarê gund da zanîn ku heta niha nizanin rewşa birîndaran çewaye, lê yek ji wan ji serê xwe birîndar bûye û li Nexweşxaneya Batîfa tê dermankirin.

Beriya mehekê jî topeke din a artêşa Tirkiyê li nêzîkî gund ketibû û di encamê de kesek bi sivikî birîndar bû. Herwiha çend roj berê jî di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Belaxe yê navçeya Amêdiyê 2 welatî birîndar bibûn.

Wêneyê yek ji birîndaran

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN